Li Mêrdînê qeza, 10 birîndar hene
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di encama lihevxistina otobuseke gel û TIRekê de 10 kes birîndar bûn.

Li ser Xaçerêya Rêya Derdorê ya Taxa Sanayiyê, otobuseke gel û TIReke ku ajokar û plakayên wan nehatin zanîn li hev qelibîn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, îtfaiye û polîs sewqî cihê qezayê hatin kirin.
Di qezayê de 10 kesên di otobusa gel de birîndar bûn.
Ajokarê otobusê yê ku di wesayîtê de asê mabû ji aliyê tîmên îtfaiyeyê ve hat derxistin.
Birîndar bi ambûlansan sewqî nexweşxaneyên li bajêr hatin kirin.
Nûvekirina herî dawî: 12:23:12