Erdexan bi hêza 4,1 pileyan hejiya

Li navçeya Posofê ya parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê destê sibehê erdhejeke bi hêza 4,1 pileyan çêbû.

23 Hezîran 2026 - 10:59
23 Hezîran 2026 - 10:59
 0
Erdexan bi hêza 4,1 pileyan hejiya

Li gorî zanyariyên destpêkê, ji ber erdhejê ti rewşên neyînî çênebûne.

Serokatiya Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku erdhej saet 07:07an çêbûye û navenda wê navçeya Posofê ye.

AFADê eşkere kir ku mezinahiya erdhejê 4,1 pile ye.

Rayedaran diyar kir ku piştî erdhejê ew pêşhatên li herêmê dişopînin.

Li ser zererên canî û madî ti agahî nehatine dayîn.

 

Ev nûçe bi tevahî 29 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:12:07