Trump hişyarî da Îranê: Eger pêbendî peymanê nebe em dê tiştê pêwîst bikin

Donald Trump hişyarî da Îranê û got, eger Îran pêbendî peymanê nebe yan jî "bi başî tevnegere", ew dê bê guman tiştê ku pêwîst e bike.

23 Hezîran 2026 - 11:05
23 Hezîran 2026 - 11:05
 0
Trump hişyarî da Îranê: Eger pêbendî peymanê nebe em dê tiştê pêwîst bikin

Ev daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên li Koşka Spî, piştî wê yekê hatin ku Amerîka û Îranê li Swîsreyê dawî li dan û standinan anî.

Armanca van dan û standinan gihîştina bi peymaneke mayînde ye ji bo bidawîanîna şerê ku dawiya meha Sibatê dest pê kiribû.

Çend saetan berî axaftina Trump, Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance ragihandibû ku dan û standinên aştiyê yên bi Îranê re "bingeheke baş ji bo peymaneke dawî ya serkeftî" ava kiriye.

Li aliyê din, piştî dan û standinan, keştiyan careke din dest bi derbasbûna di Tengava Hurmizê re kir.

Li gorî amarên şirketa Kplerê ya ku taybet e bi şirovekirina amarên keştivaniyê, dawiya hefteyê derbasbûna 71 keştiyan hatiye piştrastkirin.

Herî zêde liv û tevger roja Şemiyê bûye û 35 keştî derbas bûne.

Berî destpêkirina şer, rojane 100-130 keştî di Tengavê re derbas dibûn.

Her çend rêya sereke û navîn a Tengava Hurmizê hîn jî mayînkirî û girtî be jî niha keştî di rêya biçûk a bakur re ku di nav avên Îranê de ye û rêya başûr ku di nav avên Umanê de ye çûn û hatinê dikin.

"Em dê ti carî rê nedin ku Îran bibe xwediya çeka atomê"

Serokê Amerîkayê Donald Trump di axaftina xwe de got:

"Ez tenê dixwazim bibêjim, berî ku ez çend kesî bidim nasîn, rewşeke me ya gelekî baş li ser Tengava Hurmizê heye.

Doh me herî zêde petrola ku heta niha di wê tengavê re derbas bûye wergirt.

Dibe ku hûn bibînin gelek petrola me heye. Wekî hûn dizanin tengav bi temamî vekirî ye. Em di dan û standinan de ne.

Em dibînin ka her tişt çawa diçe lê du tiştên me hene; tengaveke me ya vekirî heye û her wiha welatekî me heye ku dê ti carî nebe xwediyê çeka atomê.

Dê ti carî û ti carî çeka wan a atomê nebe."

"Petrol gelekî erzan bûye"

Trump her wiha bal kişand ser aboriyê û bihayê petrolê û li pey çû:

"Çeka atomê ji rûxîna aboriyê xerabtir e. Rûxîna aboriyê gelekî xerab e lê çeka atomê dê gelekî zûtir bibe sedema rûxîna aboriyê.

Bi vî awayê ku em dikin, em berovajiyê rûxînê dikin.

Rewşa me gelekî baş e. Hejmar nayên bawerkirin.

Petrol gihîştiye astekê ku berê kesî nedîtiye. Petrol gelekî erzan bûye.

Bi dîtina min gelekî nêzîkî wî bihayî ye ku berê hebû.

Wekî ku Wezîrê Enerjiyê Chris Wright berê gotibû, gelekî nêzîkî bihayê berî destpêkirina şer e."

 

Ev nûçe bi tevahî 32 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:25:38