Erdogan: Birakên min ên Kurd rê nadin dewleteke serbixwe

Serokkomarê Dewleta Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan got: "Ez bawer dikim ku birakên min ên Kurd li Bakûrê Sûriyê Firsend nadin dewletbûnek ku bikeve Başûrê Tirkiye'yê.

22 Tebax 2017 - 08:56
22 Tebax 2017 - 08:56
 0
Erdogan: Birakên min ên Kurd rê nadin dewleteke serbixwe

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Enqerê di 39emîn civîna mixtaran de axivî û got: “Em rê nadin li bakûrê Sûriyê PYD û YPG qaşo dewletekî ava bikin. Ez bawer dikim, ku birayên min ên kurd jî dê destûrê nedin li bakûrê Sûriyê û başûrê Tirkiyê dewleteke wiha were damezrandin.

Erdogan diyar kir: “Me rê nedaye li bakûrê Sûriyê PYD û YPG qaşo dewletekî ava bikin û en rê nadin jî. Hinek dibêjin ‘dewleta kurdî’. Ez vê yekê ji bo birayên xwe yên kurd weke heqeret û sivikatî dibînim. . Ez bawer dikim, ku birayên min ên kurd jî dê destûrê nedin li bakûrê Sûriyê û başûrê Tirkiyê dewleteke wiha were damezrandin.”

Recep Tayyip Erdogan balkişande ser korîdaro ku rêveberiya Rojavayê Kurdistanê dixwaze di navbera Efrîn û Kobanî de veke û da xuyakirin: “Dixwestin li bakûrê Sûriyê korîdorekî vekin û xwe bigihînin Derya Spî. Lê bila biborin. Me li Cûdî, Tendurek, Qendîl û Gabarê çi kiribe, heman tiştan emê careke din bikin.”

Serokomarê Tirkiyê Erdogan amaje bi PKKê kir û anî ziman, ku li Bakûrê Kurdistanê di dema hilbijartinan de gefan li mixtaran dixwin û dibêjin, “eger ji vî gundî ji bilî me ji partiyeke din re debg û ray derkevin bizanibin ku hûnê bên kuştin”.

Erdogan got: “Heta ev gef dewam bike ez nikarim bêjim min berpirsyariya xwe bi cî anî.”

Ev nûçe bi tevahî 1710 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:08:06