Wezîrê Berevanî ya Amerîkî gehişt Hewlêr'ê

Wezîrê Parastina Amerîka'yê James Mattis piştî hevdîtinên Bexda'yê hate Hewlêrê.

22 Tebax 2017 - 10:09
22 Tebax 2017 - 10:09
 0
Wezîrê Berevanî ya Amerîkî gehişt Hewlêr'ê

Wezîrê Berevaniya Amerîkayê di çarçoveya geşta xwe ya bo Rojhilata Navîn de,êvariya duh çûbû Urdin'ê û îro jî hatibû Bexdayê.

Mattis li Bexdayê bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re hevdîtinek pêk anî bû. Demek beriya niha jî hat ragihandin ku James Mattîs jibo hevdîtina li gel Herêma Kurdistan'ê balafirgeha Hewlêr'ê de peya bû.

Biryare piştî Hewlêrê James Mattis, serdana Tirkiyê û Ukraynayê jî bike.

Ev nûçe bi tevahî 1150 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:58:37