Erdogan û Şer civiyan: Divê HSD pabendî peymana 10ê Adarê be

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer li Qeterê civiyan

16 Îlon 2025 - 11:03
16 Îlon 2025 - 11:03
 0
Erdogan û Şer civiyan: Divê HSD pabendî peymana 10ê Adarê be

Erdogan di civînê de bal kişand ser yekparçebûna Sûriyeyê û tekez kir ku pabendbûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a bi peyaman 10ê Adarê re girîng e.

Erdogan û Ehmed Şer li kêleka Lûtkeya Teşkîlata Hevkariya Îslamî û Komkara Erebî ya li Dohayê civiyan

Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê, derbarê hevdîtina Erdogan a bi Şer re daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de pêwendiyên dualî yên Tirkiye û Sûriyeyê û mijarên herêmî hatin gotûbêjkirin.

"Beşdarbûna civîna Neteweyên Yekbûyî dîrokî ye"

Erdogan di hevdîtinê de diyar kir ku beşdarbûna Şer a di civîna Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de xwedî girîngiyeke dîrokî ye.

Wî da zanîn ku  Tirkiye dê piştgiriya xwe ya ji bo Sûriyeyê bidomîne û ew ji bo pêşxistina pêwendiyên dualî dixebitin.

"Divê HSD pabendî rêkeftina 10ê Adarê be"

Erdogan her wiha anî ziman ku Tirkiye gavên ku dê pêkhateyên cuda li Sûriyeyê bîne cem hev dişopîne û got:

“Parastina yekîtî û yekparçebûna Sûriyeyê û pabendbûna HSDyê ya bi peymana 10ê Adarê re girîng e.”

 

Ev nûçe bi tevahî 15 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:07:33