Komîsyon dê guh bide akademîsyen û nûnerên saziyên civaka sivîl

Komîsyona Hevgirtina Netewî, Biratî û Demokrasiyê dê guh bide akademîsyen û nûnerên saziyên civaka sivîl (STK) ên ku li Bakurê Kurdistanê kar dikin.

16 Îlon 2025 - 11:04
16 Îlon 2025 - 11:04
 0
Komîsyon dê guh bide akademîsyen û nûnerên saziyên civaka sivîl

Komîsyona Hevgirtina Netewî, Biratî û Demokrasiyê ya ku di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de hatiye avakirin, dê 17 û 18ê Îlona 2025an civînên xwe yên 10 û 11emîn li dar bixe.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Parlamentoyê, civîn dê bi serokatiya Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş li Salona Merasimê ya Meclisê bin.

Komîsyon dê di rûniştina yekemîn a civînê de guh bide Prof. Dr. Havva Kok Arslan, Prof. Dr. Sevtap Yokuş Veznedaroglu, Prof. Dr. Ayşe Betul Çelîk û Doç. Dr. Çerag Esra Çuhadar.

Di rûniştina duyem de Fatîh Ulusoy, Huseyîn Oruç, Prof. Dr. Denîz Ulke Kaynak, Doç. Dr. Vahap Coşkun û Prof. Dr. Talha Kose dê fikrên xwe bibêjin.

Civîna 11emîn a komîsyonê dê 18ê Îlonê were kirin.

Di rûniştina yekemîn a wê civînê de jî nûnerên "Federasyona Eşîrên Qedîm, Konfederasyona Gundparêzên Ewlehiyê yên Anadoluyê û Malbatên Şehîdan, Weqfa Alimên Medreseyan, Komeleya Zilamên Tevgera Teblîx, Tedrîs Îlîma Îslamî, Federasyona Komeleyên Pîşesaz û Karsazan a Başûrrojhilat, Komeleya Karsazên Jin ên Rojhilat û Başûrrojhilat" dê werin guhdarîkirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 6 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:07:08