Êrîşî Hêzên Sûriyeya Demokratîk hat kirin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku, wan êrîşek şkandiye, ku li ser xaleka wan a pişkinînê li Dêrazorê hatibû kirin.

3 Mijdar 2025 - 10:45
3 Mijdar 2025 - 10:45
 0
Êrîşî Hêzên Sûriyeya Demokratîk hat kirin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) duhî (Yekşem, 2ê Mijdara 2025ê) ragihand ku, wan êrîşek şkandiye ku li ser yek ji xalên wan ên ewlehiyê li bajarkê Ebû Hemamê li gundên rojhilatê Dêrazorê li Rojhilatê Sûriyeyê hatibû kirin.

HSDê di beyannameyekê de li ser rûpela xwe ya fermî ragihand: "Hêzên me îro (Yekşem) danê êvarê êrîşeka terorîstî şkand, ku ji aliyê çend çekdaran ve li ser xaleka hêzên me ya pişkinînê li bajarkê Ebû Hemamê li gundên rojhilatê Dêrazorê hat kirin."

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ron jî kir ku, wan çekdaran bi çekên RPG êrîşî xala wan a pişkinînê kiriye, û leşkerên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî rasterast rê li êrîşa wan girtiye.

HSD herwesa ragihand ku, wê êrîşa çekdaran tu zirareka canî negihandiye hêzên wan û ew çekdar ji ber bersivdana wan revîne.

 

Ev nûçe bi tevahî 44 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:07:46