Serok Barzanî: Zaxo dil û ruhê me ye
Serok Mesûd Barzanî, doh roja 31ê Cotmehê li bajarê Zaxoyê, di çarçoveya serdana xwe ya devera Badînan de, bi çîn, beş û kesayetiyên Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê re civiya. Serok Barzanî di vê civînê de tekez kir ku Zaxo dil û ruhê Kurdan e û ji bo azadiya Kurdistanê û di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de qurbaniyên mezin daye.

Serok Barzanî di gotara xwe de destnîşan kir ku "Zaxo dil û ruhê me ye û ev bajar qurbaniyeke zêde ji bo azadiya Kurdistanê û di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de daye, lewma em xwe deyndarê wê dibînin û li ser me pêwîst e ku em Zaxo û hemû Kurdistanê bê cûdahî xizmet bikin."
Herwiha anî ziman ku "Ji bo Zaxoyê tiştê hatiye kirin cihê dilxweşiyê ye, lê divê hê bêtir xizmet were kirin. Ew guhertina ku bi ser Zaxoyê de hatiye, li gel du sal beriya niha, gelekî bi bedewî tê dîtin."
Di beşeke din a axaftina xwe de, Serok Barzanî behsa hilbijartinên Parlamentoya Iraqê kir û got: "Em weke PDK, baweriyeke me ya xurt bi hilbijartinan heye û em dixwazin milet bi xwe biryarê li ser çarenûsa xwe bide. Di hemû hilbijartinan de PDK her dem yekem bûye û em vê carê jî dixwazin di van hilbijartinan de hêza PDKê nîşanî hemû aliyan bidin."
Serok Barzanî herwiha hişyarî da û got: "Ez dixwazim hemû alî bizanin ku komployên li ser Kurdistanê berdewam in. Eger berê bi rêya leşkerî û şer bû, niha bi rêya madeyên hişbir û bêhêvîkirina xelkê, lawazkirina nasnameyê, birîna mûçeyan û hewldana birçîkirinê ye. Erkê me hemûyan e ku rê li ber van cure komployan bigirin û rê nedin civaka Kurdistanê bi madeyên hişbir tûşî hejandin û bêhêvîtiyê bibe."
Derbarê rewşa siyasî û îdarî ya Iraqê de jî, Serok Barzanî ragihand ku "Di sala 2002’an de, di kongreya opozîsyonê ya li Londonê, em hemû alî li ser sê prensîbên gelekî girîng li hev kirin ku divê Iraq bi hevbeşî, hevsengî û lihevkirinê were rêvebirin. Lê mixabin ev nehat kirin. Piştî hewldaneke zêde, destûra daîmî ya Iraqê hate amadekirin û xelkê Iraqê deng da ser wê, lê mixabin destûr jî weke pêwîst nehate cîbicîkirin, lewma Iraq tûşî ew qas pirsgirêkan bûye. Niha û di paşerojê de jî eger dewleta Iraqê li ser wan sê prensîban neyê rêvebirin, pirsgirêkên wê qet çareser nabin, ji ber ku dîrokê îspat kiriye ku yek alî nikare hukmê Iraqê bike."
Serok Barzanî di berdewamiya gotara xwe de tekez kir ku "Weke Partiya Demokrat a Kurdistanê, soza me li hemberî miletê xwe, li hemberî xwîna şehîdên me, li hemberî hêstirên dayikên şehîdên me û li hemberî têkoşîn û qurbaniya Pêşmergeyên me heye."
Wî got jî: "PDK ji bo îro û paşeroja vî miletî dixebite. Ji bilî parastina meydanî û siyasî, em bi ciddî di warê avakirinê, bihêzkirina binesaziya aborî û pêşxistina sektorên tenduristî, perwerde, rê û bank, av, kehrebe, çandinî û avdanînê de kar dikin."
Serok Barzanî bal kişand ser çanda dewlemend a pêkvejiyanê û got: "Kurdistan milkê hemû pêkhateyan e û divê ev ferhenga dewlemend were parastin." Herwiha mînakeke dîrokî jî anî bîra, dema Enfalên Barzaniyan, ku çend kesên gundekî Bidiyal, ku gundekî aşûrî yên Xiristiyan e, bi komkirina Enfalê ya li devera Barzan re hatibûn girtin. Berpirsê ewlehiyê yê wê komkirinê ji wan re gotibû hûn Xiristiyan in û hûn azad in, lê wan gotibû em jî Barzanî ne û çarenûsa me bi Barzaniyan re yek e. Ew jî ligel Barzaniyan hatin Enfal kirin.
Herwiha Serok Barzanî tekez kir ku "hêviya me gelekî zêde ye ku bi piştgiriya miletê xwe em ê berdewam bin û divê Kurdistan yek herêm, yek parlament, yek hikûmet û yek hêzeke Pêşmerge hebe."
Nûvekirina herî dawî: 01:41:41


































































































































































