Êrişî Qada Gazê ya Kormorê hat kirin

Êrişî Qada Gazê ya Kormorê ya li navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê hat kirin.

27 Mijdar 2025 - 11:55
27 Mijdar 2025 - 11:55
 0
Êrişî Qada Gazê ya Kormorê hat kirin

Çavkaniyekî ewlehiyê ji ajansa Rûdawê re ragihand ku beşa LPGyê hatiye bombebarankirin û ti ziyanên canî çênebûne.

Nûçegihanê Rûdawê Herdî Mihemed diyar kir ku êriş nêzîkî demjimêr 11:30î hatiye kirin.

Karmendên Qada Gazê ya Kormorê dibêjin, heta niha “ti êrişên bi vî rengî” li qadê nehatine kirin.

Li gorî agahiyên Nûçegihanê Rûdawê Pêşewa Mihemed, ew karmendên ku li nêzîkî qadê dimînin, ji tirsa ducarebûna êrişê ji herêmê dûr ketine.

Zengila agahdariyê li qadê lê dide û agir ji qadê bilind dibe.

Hat zanîn ku çend roj berê dron li asmanê herêmê geriyane lê wê demê êrişî qadê nehatibû kirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 28 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:02:24