F-35, S-400 û Tirkiye: Amerîka çi şertan datîne?

Balyozê Amerîkayê yê Enqereyê Tom Barrack şertê vegera Tirkiyeyê ya bernameya balafirên şer ên F-35an eşkere kir û got, "Divê êdî sîstema parastina asmanî ya S-400 di destê Tirkiyeyê de nebe."

10 Berfanbar 2025 - 10:18
10 Berfanbar 2025 - 10:18
 0
F-35, S-400 û Tirkiye: Amerîka çi şertan datîne?

Mijara bernameya F-35an ku Tirkiye salên berê ji wê hatibû derxistin demeke dirêj e di rojevê de ye û ji Amerîkayê li ser mijarê daxuyaniyeke nû hat.

Balyozê Amerîkayê yê Enqereyê û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack şertê Washingtonê yê ji bo vegera Tirkiyeyê eşkere kir.

Tom Barrack li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û diyar kir ku divê Tirkiye sîstema parastina asmanî ya S-400an a Rûsyayê bi kar neyîne û di destê xwe de nehêle.

Barrack anî zimên ku Amerîka derbarê daxwaza Tirkiyeyê ya vegera bernameya F-35an û xwedîbûna wê ya sîstema S-400an de bi Tirkiyeyê re hevdîtinan didomîne.

"Divê êdî di destê Tirkiyeyê de S-400 nebin"

Balyozê Amerîkayê di berdewamiya daxuyaniya xwe de ev şert danî:

"Li gorî yasayên Amerîkayê, ji bo Tirkiye vegere bernameya F-35an, divê êdî sîstema S-400 bi kar neyîne û di destê wê de nebe.

Pêwendiyên erênî yên di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan de, jîngeheke nû ya hevkariyê ava kir."

"Em hêvîdar in bibe xaleke werçerxanê"

Tom Barrack bal kişand ser pêvajoya hevdîtinan û wiha dawî li axaftina xwe anî:

"Vê yekê rê li ber hevdîtinên herî berhemdar vekir ku me di salên dawî de li ser mijarê kirine.

Hêviya me ew e ku ev hevdîtin di mehên pêş de bibin sedema werçerxanekê ku pêdiviyên ewlehiyê yên hem Amerîka û hem jî yên Tirkiyeyê pêk tîne."

 

Ev nûçe bi tevahî 20 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:21:26