Peyama Nêçîrvan Barzanî ya li ser lehiyê: Aliyên pêwendîdar hatin erkdarkirin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sersaxî ji malbatên qurbaniyên lehiya Çemçemalê re xwest.

10 Berfanbar 2025 - 10:17
10 Berfanbar 2025 - 10:17
 0
Peyama Nêçîrvan Barzanî ya li ser lehiyê: Aliyên pêwendîdar hatin erkdarkirin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî doh li ser ziyanên lehiya li navçeya Çemçemalê peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got, "Bi mixabiniyeke mezin nûçeya mirina 2 welatiyan û birîndarbûna hejmareke din a li navçeya Çemçemalê ji ber lehiyê gihîşt min."

"Ez hevparê xema wan im"

Nêçîrvan Barzanî sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest û got:

"Ez hevparê xema wan im. Ji Xwedayê mezin hêvî dikim ku giyanê qurbaniyan bi rehma xwe şad bike û aramiyê bide hemûyan."

Serokê Herêma Kurdistanê her wiha hêviya başbûnê ji birîndaran re xwest.

"Aliyên pêwendîdar hatin erkdarkirin"

Serokê Herêma Kurdistanê li ser hewara ziyandîtiyan got:

"Em di vê rewşa nexwestî de piştgiriya xwe ya tam ji bo xelkê xweşdivî yê Çemçemalê û ziyandîtiyên lehiyê ducare dikin."

Di beşeke din a peyamê de Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê da ku aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine erkdarkirin ku bi hawara mexdûran ve biçin.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir, "Divê ew ji bo parastina can û malên welatiyan û bipêşkêşkirina alîkariya pêwîst hemû hewlan bidin."

 

Ev nûçe bi tevahî 21 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:21:44