Mesrûr Barzanî li ser lehiyê daxuyanî da

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku ji ber lehiya li navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê 2 welatiyan canê xwe ji dest daye.

10 Berfanbar 2025 - 10:19
10 Berfanbar 2025 - 10:19
 0
Mesrûr Barzanî li ser lehiyê daxuyanî da

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser ziyana lehiyê ya li navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê peyamek belav kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got, "Mixabin ji ber lehiyê, li nahiyeya Şorişê ya navçeya Çemçemalê ve 2 welatiyan canê xwe ji dest daye."

"Ziyan gihîştiye malên welatiyan"

Li gorî peyama Serokwezîr, lehiyê ji bilî ziyanên canî, ziyanên madî jî li pey xwe hiştine.

Barzanî diyar kir, "Ziyan gihîştiye malên welatiyan, dibistan û fermangehên hikûmetê."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest û got, "Ez hevparê xema wan im" û hêviya şîfayê ji bo birîndaran xwest.

"Min wezaretên pêwendîdar erkdar kirin"

Mesrûr Barzanî derbarê gavên hikûmetê yên ji bo rûbirûbûna rewşê û alîkariya ziyandîtiyan de jî agahî dan.

Barzanî got, "Min wezaretên peywendîdar û îdareya xwecihî erkdar kirin ku bi hawara mexdûran ve biçin û eger pêwîst bike her alîkarî pêşkêş bikin."

 

Ev nûçe bi tevahî 19 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:23:14