Ferhad Etrûşî bû Alîkarê Duyem ê Serokê Parlamentoya Îraqê

Ferhad Etrûşî bi piraniya dengan wekî Cîgirê Duyê yê Serokê Parlamentoya Iraqê hat hilbijartin.

31 Berfanbar 2025 - 10:55
31 Berfanbar 2025 - 10:55
 0
Ferhad Etrûşî bû Alîkarê Duyem ê Serokê Parlamentoya Îraqê

Namzedê ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Ferhad Etrûşî wekî Alîkarê Duyem ê Serokê Parlamentoya Îraqê hat hilbijartin.

Hejmartina dengên tura sêyem a dengdanê ya ji bo hilbijartina Alîkarê Duyem ê Serokê Parlamentoya Îraqê bi dawî bû û Ferhad Etrûşî bi piraniya dangan hat hilbijartin.

Di tura yekem û duyem a dengdanê de, rikeberî di navbera ji lîsteya PDKyê Şaxewan Ebdullah û ji lîsteya Helwestê Rêbiwar Kerîm de bû.

Di wan her du turan de ti namzedan nekarîbû piraniya dangan bi dest bixe, lewma dengdan çûbû tura sêyem.

Di tura sêyemin de Ferhad Etrûşî 177 wergirtin û Rêbiwar Kerîm jî 104 deng wergirtin.

Bi vî awayî Ferhad Etrûşî bû Alîkarê Duyem ê Serokê Parlamentoya Îraqê.

 

 

Ev nûçe bi tevahî 27 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:00:34