Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Ferhad Etrûşî dike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li Ferhad Etrûşî dike û daxwaza serkeftinê ji wî re dike, bi helkefta hilbijartina wî wekî Cîgirê Duyê yê Serokê Parlementoya Iraqê.

31 Berfanbar 2025 - 10:56
31 Berfanbar 2025 - 10:56
 0
Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Ferhad Etrûşî dike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî doh (Sêşem, 30.12.2025) di peyamekê de bi germî pîrozbahî li Ferhad Etrûşî kir û daxwaza serkeftinê di erkê wî yê nû de ji wî re kir, bi helkefta hilbijartina wî wekî Cîgirê Duyê yê Serokê Parlementoya Iraqê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de ji Ferhad Etrûşî re got: “Ez hêvî dikim ku cenabê we bi hevkarî û hevahengiya Desteya Serokatiya Iraqê û endamên Parlamentoya Iraqê bikarin xizmeta berjewendiyên hemî welatî û pêkhateyên Iraqê bikin û di eynî demê de mafên destûrî yên gelê Kurdistanê jî biparêzin.”

Parlementoya Iraqê îro (Sêşem, 30.12.2025) di gera sêyê ya dengdanê de Ferhad Etrûşî wekî Cîgirê Duyê yê Serokê Parlementoyê hilbijart. Pêştir PDKê ji ber hevrikiyên siyasî û astengên qanûnî biryar da ku wî berbijar bike. Ev yek jî piştî hejmareka danûstandinên dirêj bi aliyên Şîe û Suneyan û aliyên Kurdistanî re çê bû, ku du rojan dom kir.

 

Ev nûçe bi tevahî 13 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:00:34