Fermandar Sîpan Hemo şertên entegrasyonê eşkere kirin
Endamê Fermandariya Giştî ya HSDyê Sîpan Hemo, bi bîr xist ku artêş teyisandina pergala siyasî ne, lewma pêwîst e destpêkê yasayên siyasetek demokratîk werin avakirin da ku entegrasyon jî çêbibe û artêş jî li gorî wê teşe bigire.

Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Sîpan Hemo, derbarê nîqaşên li ser entegrasyonê, rê û rêbazên entegrasyona ku ew binav dikin û şeklê pêkanîna wê ji ANHAyê axivî.
Entegrasyon
Sîpan Hemo mijara entegrasyonê wiha rave kir:
“Gotina entegrasyonê, bûye rojevek girîng, her kes li ser diaxive lê em weke HSDyê, gotina entegrasyonê cuda fêm dikin. Li gorî têgihîştina me, entegrasyona herî baş entegrasyona demokratîk e. Ev entegrasyon bi îradeya gelan û li derdorê hişmendiya azad kom dibe.
Lê bi şêwazên cuda tê nîqaşkirin. Li gor wan, ‘Li Şamê dewletek hatiye avakirin û lazim e her kes bikevê nava wê” ger ku em pêşketinan binirxînin rewşeke bi vî awayî nabînin.
Yên li hemberî me ne xwedî sîstemekê ne, ji xwe wan xwe weke ‘Hikûmeta Demkî’ bi nav kiriye. Ji aliyê zanistî ve hişmendiyeke wan tune ku rê li ber lihevhatinê veke. Ew hişmedî li ser esasê biadê (qebûlkirina hikûmraniyê) hatiye avakirin.
Ango li ser esasê desthilatdariya Îslama hişk e. Her çi qasî hewl didin rengê xwe biguherin û bi rengê cuda di nava peywendiyê de bin jî ne di wê rewşê de ne ku hemû civakê hembêz bikin.”
Entegrasyona Demokratîk
Sîpan Hemo li ser mijara “entegrasyona demokratîk” jî wiha axivî:
“Em eşkere dikin ku entegrasyona demokratîk a HSD behsa wê dike, ji bo hemû pêkhateyên Sûriyeyê ye.
Ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahiya Sûriyeyê derbasdar dibe. Dibe ku ji bo Elewî, Dûrzî, Mesîhî û Suneyan jî wisa be.
Dema desthilata heyî xwe gihand asta naskirina hemû herêm û hemû pêkhateyên li Sûriyeyê, mirov wê demê dikare behsa entegrasyoneke demokratîk bike.
Lê niha rewşeke bi vî awayî tune. Gelek caran behsa mutabaqata 10ê Adarê (2025) tê kirin. Peymana di navbera fermandarê giştî yê HSDyê Mazlûm Ebdî û Ehmed El Şer de hatiye îmzekirin, tiştekî erênî bû lê birêvebiriya demkî ya li Şamê ev tifaq vala derxist.
Dema ev tifaq pêk dihat, li herêma Beravê ya Sûriyeyê li dijî gelê Elewî qirkirinên mezin çêdibûn. Dîsa me şahidiya êrişên li herêma Siwêdayê kiriye.
Paşê hikûmeta Şamê reşnivîseke destûrî ya yek lî û teng derxist. Ti aliyên Sûriyeyê û em jî di wê reşnivîsê de nebûn.
Niha jî behsa hilbijartinên parlamentoyê dikin. Bi xwe gotin ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Siwêda di vê hilbijartinê de nînin. Bi vî şiklî tifaqa 10ê Adarê vala derxist. Ev 5 meh in em dibînin ku hikûmeta Şamê ne xwedî hişmendiyeke entegrasyona demokratîk e.
Em dixwazin Sûriyeyeke demokratîk çêbike ku hemû pêkhate îradeya xwe têde bibînin; Kurd, Ereb, Ermen, Sûryan û hwd. karibin xwe îfade bikin.
Me ji salên 1970yî ve di bin sîstemeke despot de jiyan dikir. Li hemberî wê şoreş bi pêş ket lê em niha dibînin ku hewldanên ber bi despotbûneke din, ango ber bi rêveberiyeke navendî ya hişk ve çûyîn heye.
Her tiştî bi xwe dikin, bi kesî re na şêwirin. Ji berê bêhtir rewşên neyînî hene.
Ger bipirsin ‘Hûn dixwazin entegrasyoneke çawa pêş bixin?’ Em dikarin bi du sernavan vebêjin: Ya yekê, demokratîkbûyîn e, ya duyemîn jî azadiya jinê ye.
Em ji hikûmeta demkî ya Şamê bipirsin ka di her du xalan de nêrîna wan çi ye, bila ew bi xwe bêjin. Ger esasê lihevkirinê demokratîkbûyîn û azadiya jinê be, eşkere ye ku ev her du xalên esasî li cem hikûmeta Şamê nînin lê ji bo demokratîkirina Sûriyeyê em bêhêvî nînin.”
Artêşêke çawa?
Wî li ser şert û mercên entegrasyonê jî ev agahî dan:
“Heya ku di qanûnan de guhertin pêk neyên em nikarin li ser entegrasyona HSDyê nîqaşê jî bikin. Lazim e destpêkê qanûn bên derxistin û birêvebiriyek were diyarkirin. Wê demê mirov dikare rewşa HSDyê nîqaş bike.
Niha em ji bo HSDyê dibêjin parêzvana destkeftiyên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ger di siberojê de gavên demokratîkirina Sûriyeyê bên avêtin, wê demê HSD dê bibe bingehê temînata tevahiya Sûriyeyê.
Gotina entegrasyonê di cewher de gotineke civakî ye. Niha tiştên li ser me tên kirin, girêdayî armancên siyasî ne.
Em jî wisa dimeyizînin, bi vê yekê wê pêşketinên siyasî ku guhertin û veguhertinê dibînin pêk werin. Em wek HSDyê bi tecrûbeyên heyî amade ne ku ji bo artêşa Sûriyeyê şemayeke nû çêbikin.
Tecrubeyên me yên pir mezin çêbûn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî DAIŞê şerekî pir mezin meşand. Dîsa me li hemberî rejîma Beasa şerekî mezin meşand.
Em dikarin bibin bingeha artêşa Sûriyeyê. Wekî gava yekemîn em dikarin bi artêşa hikûmeta Şamê re mecliseke leşkerî ya hevbeş jî çêbikin. Pêkanîna van gavan bi armancên siyasî ve girêdayî ye.”
Pirsgirêkên pêkhateyên Sûriyeyê
Sîpan Hemo diyar kir ku “Pirsgirêkên pêkhateyên Sûriyeyê, pirsgirêkên siyasî û îdarî ne” û li pey çû:
“Wexta sîstemeke demokratîk bi pêş ket, sîstemeke nenavendî çêbû û hemû herêmên Sûriyeyê bi îradeya xwe bên temsîlkirin, dê artêş jî li ser wî esasî be.
Barkirina xisûsên siyasî, dibe ku ne li gorî artêşbûyînê be. Artêş ji bo parastina destkeftiyên demokratîk yên civakî ne, bi qanûnên siyasî tên avakirin.
Artêş lazim e bibe nûnera hemû pêkhateyan. Siyaset bi çi rengî be, artêş jî bi wî rengî ye. Di hişmendiya me de artêş hêzên parastinê ne, yekser bi hedefên siyasî ve têkildar in. Bi serê xwe tiştekî cuda nîne. Sîstem çi be, artêş ji bo parastina wê sîstemê ye.”
Tirkiye, Sûriye û metirsî
Fermandar Sîpan Hemo li ser bandora hêzên herêma ya li ser Sûriyeyê got:
“Bê guman di çareserkirin pirsgirêkên Sûriyeyê de bandora hêzên herêmî û navneteweyî heye lê divê mirov ji bîr neke ku hêzên herêmî û navneteweyî, ti carî li dijî berjewendiyên xwe tevnagerin. Ev hêz dibin sedema çareseriyan, heman demê dibin sedema kûrkirina aloziyan.
Di serî de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) berpirsiyara vê yekê ye. Li Sûriyeyê ya herî bibandor û heta berpirsiyarê guhertina ku tê meşandin Koalîsyona Navneteweyî û Amerîka ne.
Daxwazên me ji hêzên rojavayî ewe ku ji bo xwe çi pêwîst dibînin, ji bo gelê Sûriyeyê jî bibînin.
Mesela Amerîka di nav gelek zanist, teknîk, qanûn, heq û hiqûq de ye lê li welatên din alozî tên avakirin da ku karibin berjewendiyên xwe bidin meşandin.
Tişta daxwaz dikin azadiya gelan e. Ji bo me tişta esasî parastina nirxên civakê ye. Hêvîya me ew e ku dewletên rojavayî hesabên xwe yên aborî li ser hesaba gelên vir nekin.
Di 15 salên Sûriyeyê de gelên herêmê gelek şer, xirabî, kuştin û koçberî dîtin. Em niha jî vêya dibînin. Ev ji polîtîkayên hêzên navneteweyî qut nînin.
Bê guman rola Tirkiyeyê di Sûriyeyê de girîng e. Em dixwazin bêjin ku me wek HSDyê ti carî ji dewleta Tirk re gefek çênekiriye û gefan ava nakin.
Em bawer dikin ku hebûna gelê Kurd, temînata demokratîkirina Sûriyeyê ye. Bi qasî ku em hesabê Kurd, Ereb, Elewî, Dûrzî û Mesîhiyan dikin, ew qasî hesabê gelê Tirkmen jî dikin. Ger Tirkiye li Suriyeyê aştî û aramiyê dixwaza -ku wê aşîtî û aramiya li Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê jî bibe bingehê ewlehiyê-, lazim e Kurdan ji bo xwe xeterî nebîne, lazim e bawer bike ku Kurd bingehê demokratîk kirina Sûriyeyê ne.”
Entgrasyon dê bibe sedema çi?
Sîpan Hemo got, “Entegrasyona demokratîk azadiya hemû pêkhateyan esas digire û dê ji hemû pirsgirêkên Sûriyeyê û yên herêmê re jî bibe çareserî” û berdewam ki:
“Lê ger li gorî hişmendiya bîatkirinê û teslîmgirtinê be, wê Sûriye ji aloziyan rizgar nebe. Dixwazim dubare bibêjim ku hişmendiya bîat û teslîmgirtinê hişt ku li herêmên Beravê û Siwêdayê komkujî çêbibin.
Lê ger entegrasyoneke demokratîk be, dê hem li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hem jî li tevahiya Sûriyeyê alozî dernekevin.
Em di pêvajoyek pir hesas re derbas dibin. Di hedefa me de avakirineke Sûriyeyek demokratîk û yekpare heye.
Ev têkoşîna me gelek caran hesabên hinekan xera dike. Ji ber vê jî li dijî me êrişan bi pêş dixin, dixwazin li herêmên me tevlîheviyan çêbikin.
Gelê me yê Ereb ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev lîstik dîtiye û ketiye zanîbûna wê.
Ez di şexsê pêkhateya me ya Ereb ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, dibêjim ku sekna hemû pêkhateyên herêmê, temînata siberoja Şamê û tevahiya Sûriyeyê ye.
Tişta ku li Siwêdayê li ser gelê Dûrzî hat meşandin, ne bi destê eşîran e, ew lîstikên îstixbaratî bûn. Dixwazin bi rengên cuda li ser gel qirkirinan bimeşînin.
Ez di wê baweriyê de me ku gelê me di zanebûna wê de ye û neyên van lîstikan. Bi hebûna me ya bi hev re, em dê bi giştî Sûriyeyê ava bikin.
Ti derfeta me ku em cuda bijîn nîne. Bi vê minasebetê diyar dikim ku di siberojê de wê parastina axa Sûriyeyê bi vî rengî were pêkanîn.”
Nûvekirina herî dawî: 13:37:00