Îsraîl: Ebû Ubeyde hat kuştin
Wezîrê Parastina Îsraîlê Israel Katz diyar kir ku Berdevkê baskê leşkerî yê Hemasê Ebû Ubeyde di encama operasyonekê de hat kuştin.

Israel Katz eşkere kir ku Ebû Ubeyde di operasyoneke taybet de li Xezeyê de hatiye kuştin.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz, diyar kir ku wan di êrişa duh de ya li ser bajarê Xezeyê, Berdevkê baskê leşkerî yê Hemasê (Berdevkê Tûgayên Îzedîn El Qesamê) Ebû Ubeyde kuştiye.
Katz, li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê, wêneya Ebû Ubeyde parve kir.
Wezîrê Parastinê her wiha gef xwar ku her ku ew êrişên xwe yên li ser Xezeyê zêde bikin, ew dê berdewam bin li ser hedefgirtina berpirsên payebilind ên Hemasê.
Li aliyê din, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî di civîna kabîneyê ya îro de gotibû ku wan Ebû Ubeyde kiriye hedefa êrişên xwe.
Beriya daxuyaniyên Katz û Netanyahu, artêşa Îsraîlê tenê ragihandibû ku wan li Xezeyê "kesekî girîng ê Hemasê" hedef girtiye lê nav eşkere nekiribû.
Çapemeniya Îsraîlê ragihandibû ku artêşê di vê êrişê de "bombeyên bi isabeta bilind" bi kar anîne.
Artêşa Îsraîlê roja 29ê Tebaxê, bajarê Xezeyê wekî "herêma pevçûnên bi metirsî" ragihandibû.
Êrişên Îsraîlê yên li XeEûzeyê berdewam dikin.
Nûvekirina herî dawî: 13:38:30