Şaxewan Ebdila: Projeqanûna Heşdî Şebî zirarê dide hemî Iraqiyan

Cîgirê Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê tekez li ser pêdivîtiya Iraqê bi hêzên Hevpeymanan kir û got, “DAIŞ hîn jî li ser ewlehî û tenahiya Iraqê metirsî ye.” Di derheqa pirojeqanûna Heşdî Şebî de jî got, “Ew projeqanûn dê li Encûmena Nûneran neyê pejirandin ji ber ku ew zirarê dide hemî Iraqiyan."

1 Îlon 2025 - 09:45
1 Îlon 2025 - 09:45
 0
Şaxewan Ebdila: Projeqanûna Heşdî Şebî zirarê dide hemî Iraqiyan

Cîgirê Serokê Encûmena Nûnerên Îraqê Şaxewan Ebdila doj (Yekşem, 31ê Tebaxa 2025ê) taybet ji ajansa Kurdistan24ê re ragihand, “Mixabin plangêrî li Kerkukê hîn jî bi dawî nebûne.”

Cîgirê Serokê Encûmena Nûnerên Îraqê amaje jî da, “Her kêmasiyeke di rêveberiya parêzgeha Kerkukê de hebe, dema ku ez destnîşan dikim, divê parêzgarê wî bajarî çareser bike. Ev jî di berjewendiya şêniyên Kerkukê de ye.”

Şaxewan Ebdila ron jî kir, "Pêdivî nake ku em mijûlî bersiv û bersivdayînê bin, divê em hemî di xizmeta xelkê parêzgeha Kerkukê de bin. Di demên berê de me hejmareke sozan da ku xizmeta wî bajarî û şêniyên wî bikin, spas ji Xudê re me hemî bi cih anîn.”

Navbirî di derheqa projeqanûna Heşdî Şebî de jî got, “Ew projeqanûn dê li Encûmena Nûnerên Iraqê neyê pejirandin, ji ber ku ew projeqanûn zirarê dide hemî Iraqiyan.”

Cîgirê Serokê Encûmena Nûnerên Îraqê li ser vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê jî ragihand, “Iraq hîn jî hewceyê hêzên Amerîkayî û Hevpeymanan e, ji ber ku heta niha DAIŞ bi tevahî nehatiye tunekirin û metirsî li ser Iraqê heye, xasma jî li vê dawiyê ku tevgerên wan zêde bûne.”

Şaxewan Ebdila di derheqa mûçeyên Tîrmeh û Tebaxê yên mûçexurên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de jî eşkere kir, “Diviyabû mûçeyên Hezîranê berî mehekê hatiban şandin, ne ku heta îro hatiban paşxistin. Divê îro em li ser mûçeyên Tîrmehê axivîban, lê gelek mixabin rayedarên Bexdayê tamê ji birçîkirina xelkê Herêma Kurdistanê dibînin.”

Navbirî tekez jî kir, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemî pabendiyên xwe yên girêdayî peymanan bi cih anîne û ti hincetek ji Bexdayê re nemaye ku mûçeyan neşîne.”

 

Ev nûçe bi tevahî 20 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:38:28