Fînala Newrozê îro li Amedê ye

Pîrozbahiyên Newrozê li seranserê Kurdistanê berdewam in. Li Bakurê Kurdistanê fînala Newrozê îro li bi ahengeke mezin li Amedê dibe.

21 Adar 2022 - 04:41
21 Adar 2022 - 04:41
 0
Fînala Newrozê îro li Amedê ye

Li Bakurê Kurdistanê duh li Wan, Colemêrg û gelek bajar û bajarokên din ahengên berfireh ji bo pîrozkirina Newrozê birêve çûn.

Herwiha li bajar û bajarokên Tirkiyê jî Kurda bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin. Li Stenbolê jî ahengeke Newrozê ya bi beşdariya sede hezaran hat sazkirin.

Pîrozbahiya mezin ku dibe fînala Newroza îsal li Amedê dibe. Hevseroka HDPê Pervîn Buldan, Hevserokê KCDê Berdan Ozturk, siyasetmedarê naskirî yê Kurd Ahmet Turk û nûnerên partiyên Tifaqa Kurdistanî û herwiha ji perçeyên din ên Kurdistan û cîhanê dê gelek kesayet û delegasyon cihê xwe di pîrozbahiya Newroza Amedê de bigirin.

Jibilî Amedê îro li van bajar û bajarokên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ahengên Newrozê hene: Cizîr, Agirî, Sêrt, Nisêbîn, Wêranşar, Gever, Hezex, Cizîr, Konya, Çelê, Tatos, Mûş, Ceyhan.





Ev nûçe bi tevahî 1002 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:30:25