Serok Barzanî li Hewlêrê agirê Newrozê vêxist

Serok Mesûd Barzanî li parka Şaneder ya Hewlêrê agirê Newrozê vêxist

21 Adar 2022 - 04:37
21 Adar 2022 - 04:37
 0
Serok Barzanî li Hewlêrê agirê Newrozê vêxist

Do êvarê ahengên pîrozkirina cejna Newrozê li seranserî Herêma Kurdistanê dest pê kirin û li her derî agirê Newrozê hat vêxistin.

Li Hewlêrê jî li parka Şaneder agirê Newrozê ji aliyê Serok Barzanî û çend zarokên şehîdan ve hat vêxistin.

Di ahenga Hewlêrê de ji bilî Serok Barzanî, serokê hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî û gelek berpirsên din yên Kurdistanê beşdar bûn.

Ahenga Newrozê li Hewlêrê û gelek deverên Herêma Kurdistanê heta niha jî didome.

Ev nûçe bi tevahî 932 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:36:18