Firokeyên Tirkiyê çiyayên Çomanê bi giranî bombebaran dikin

Firokeyên şer ên Tirkiyê zincîreya çiyayê Bêrimkê qezaya Çomanê bi giranî bombebaran kirin.

2 Cotmeh 2023 - 05:08
2 Cotmeh 2023 - 05:08
 0
Firokeyên Tirkiyê çiyayên Çomanê bi giranî bombebaran dikin

Firokeyên şer ên Tirkiyê zincîreya çiyayê Bêrimkê qezaya Çomanê li geliyê Reqe û geliyê Baliyan bi giranî bombebaran kirin.

Gundiyên li deveran, Firokeyên şer ên Tirkiyê pênc - şeş caran çiyayê Bêrimkê û derdorê bombe kir. Herwiha gotin, heta niha zirar ne diyar in, lê di nav gundiyan de gelek tirs û xof belav bûye û metirsiya dubare bombebarana herêmê heye.

Şerê di navbera PKK û Tirkiyê de li herêmên sînorî yê Herêma Kurdistanê bandor li jiyana welatiyên Kurdistanê dike ku ji ber şer û pevçûnan ji bilî ziyanên canî, nêzî 800 gund û çend deverên geştyariyê li Herêma Kurdistanê wêran û vala bûne.

Ev nûçe bi tevahî 1120 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:25:47