Fîlma Şahsiyet: Sehneya Kurdî bû rojev
Sehneya fînalê ya fîlma Şahsiyet a li ser Kurdî li ser medyaya civakî bû rojev.
Di fîlma derhêner Haluk Bilginer de ku Xelata Emmyê wergirt, di fînala heyama duyem de mijara Kurdî bû rojev.
Mijara fîlmê Şahsiyet a heyama duyem, kuştinên kiryar nediyar ên salên 90î û Dayikên Şemiyê ne.
Di beşa fînalê de ku li ser platform Gainê hat weşandin jineke Kurd ku bi Tirkî nizane li dadgehê tê darizandin û dadwer rê nade parastina xwe bi Kurdî bike.
Dadwer axavtina jina Kurd dibire û jê re dibêje, “Yahû min ji te re çi got? Xatûn bi Tirkî biaxive. Min çil caran got.”
Dadwer ji katibê ku dibêje “Eger hûn bixwazin ez wergerînim” re dibêje, “Na, yasa çi dibêje? Zimanê hemû kesî Tirkî ye. Xilas.”
Dadwer zimanê Kurdî wek li Parlamentoya Tirkiyê tê gotin “Zimanekî ku nayê zanîn” dide tomarkirin.
Piştî weşandina fîlmê, gelek bikarhênerên medyaya civakî yên Kurd li ser hesabên xwe dîmenên fîlm parve kirin û rexne li dewletê girt.
Nûvekirina herî dawî: 19:18:57