Tirkiyeyê êrişî gundewarên Minbicê kir
Hêzên Tirkiyeyê bi dronekê êrişî gundewarên bajarê Minbicê kir û di encamê de zerer gihişt mal û milkên xelkê.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, hêzên Tirkiyeyê bi dronekê hêzên Encûmena Leşkerî li gundê Qert Wêranê yê li rojavayê Minbicê kirin armanc.
Di encama wê êrişê de mal û milkên xelkê zerer dît.
28ê Kanûna Pêşîna 2023yan jî hêzên Tirkiyeyê bi dron û topbaranê sê gundên navçeya Minbicê kiribûn armanc û zererên madî çêbûbûn.
Nûvekirina herî dawî: 01:44:33