Formaya Amedsporê li xwe kiribû: Bi zorê jê danîn
Li bajarê Sakaryayê yê Tirkiyeyê di maçeke stadyuma sentetîk de êrişî Murat Demîrkal hat kirin ku formaya Amedsporê li xwe kiribû û formaya wî bi zorê jê hat danîn.

Murat Demîrkalê 35 salî li navçeya Adapazariyê ya Sakaryayê ji bo maçekê bi hevalên xwe re çûbû stadyumeke sentetîk.
Dema dora wan hat, wî formaya Amedsporê li xwe kir û derket stadyumê.
Du kesên ji koma ku beriya wan ji stadyumê derketibûn, ji ber ku formaya Amedsporê li xwe kiribû, hewl da êrişî Demîrkal bikin.
Di bûyerê de kesên li stadyumê ketin navberê lê êrişkaran formaya Murat Demîrkal bi zorê ji wî danîn û wan forma bi xwe re bir.
Bûyer kêlî bi kêlî ji aliyê kamerayên ewlehiyê ve hat tomarkirin.
Li gorî Guneydogu Ekspresê, Murat Demîrkalê ku rastî êrişê hatibû, giliyê wan kiriye.
Parêzer Mehmet Demîrê ku endamê berê yê desteya birêvebiriyê ya Amedsporê ye, parêzeriya Murat Demîrkal girt ser xwe û got:
“Me bi hevalê xwe re hevdîtinek kir ku li Sakaryayê di stadyuma sentetîk de ji ber ku formaya Amedsporê li xwe kiribû rastî êrişê hat û formaya wî bi zorê jê hat danîn.
Wî îfadeya xwe da û gilî kir. Em pêvajoyê ji nêzîk ve dişopînin û di pêvajoya hiqûqî de parêzeriya wî dikin.
Ev êriş ne tenê li dijî formayekê, li dijî nasnameyekê ye.
Em dê heta dawiyê şopdarê bûyerê bin.”
Nûvekirina herî dawî: 14:40:23


































































































































































