Serokê nû yê Amedsporê çû serdana Îsmaîl Beşîkcî
Serokê Amedsporê Nahît Eren û heyeteke pê re li nexweşxaneyê çûn serdana nivîskar û civaknas Îsmaîl Beşîkcî.

Civaknas, nivîskar û dostê Kurdan Îsmaîl Beşîkcî roja 27ê Îlonê dema ku li Amedê beşdarî Festîvala 9emîn a Fîlman bûbû, xwîn rijiyabû ser mêjiyê wî.
Ji wê demê ve li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê tê dermankirin.
Serokê Amedsporê Nahît Eren û heyeta pê re îro li nexweşxaneyê çûn serdana Beşîkcî û li ser rewşa wî ji bijîşkan agahî wergirtin.
Serokê Weqfa Îsmaîl Beşîkcî Îbrahîm Gurbuz birêvebiriya Amedsporê pêşwazî kir.
Di serdanê de, formayeke Amedsporê ya ku li ser paşiya wê "21 Îsmaîl Beşîkçî" hatibû nivîsandin, wekî diyarî pêşkêşî Îsmaîl Beşîkcî hat kirin.
Her wiha pirtûkên Beşîkcî jî diyarî birêvebiriya Amedsporê hatin kirin.
Amedsporê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî li gel çend wêneyên serdanê peyamek belav kir û got:
“Serokê Kluba me Nahît Eren, bi endamên desteya birêvebir Laleş Ertugrul Uysal, Semra Arslan û Abdulmuttalîp Sumbul re çû serdana civaknas Îsmaîl Beşîkçî ku tedawiya wî li Zanîngeha Dîcleyê didome.
Wekî malbata Amedsporê, em ji Îsmaîl Beşîkcî re şîfaya xêrê dixwazin û hêvî dikin ku di demeke kurt de bigihêje tenduristiya xwe.”
Nûvekirina herî dawî: 14:34:50

































































































































































