Fuad Husên bû Wezîrê Derve yê Iraqê

Peyamnêrê Rûdawê ragihand di civîna parlamentoya Iraqê de 247 endam amade bûn û di civînê de bawerî bi her 7 berbijêrên postên wezaretan hat dayîn ku yek ji wan Fuad Husên bû û bû Wezîrê Derve yê Iraqê.

6 Hezîran 2020 - 10:17
6 Hezîran 2020 - 10:17
 0
Fuad Husên bû Wezîrê Derve yê Iraqê

Peyamnêrê Rûdawê li Bexdayê ragihand, kombûna parlamentoya Iraqê bo bawerîdana bi berbijêrên 7 postên wezaretên kabîneya Kazimî dest pê kir û diyar kir ku di encama dengdanê de bawerî bi Fuad Husên hat dayîn û bû Wezîrê Derve yê Iraqê.

Peyamnêrê Rûdawê ragihand di civîna parlamentoya Iraqê de 247 endam amade bûn û di civînê de bawerî bi her 7 berbijêrên postên wezaretan hat dayîn ku yek ji wan Fuad Husên bû û bû Wezîrê Derve yê Iraqê.

Navên wezîrên ku îro bawerî pê hat dayîn wiha ne;

Fuad Husên – Wezîrê Derve

Salar Ebdulstar – Wezîrê Dad

Îhsan Şemerî – Wezîrê Petrolê

Muhammed Kerîm Casim – Wezîrê Kiştukalê

Elaa Ehmed Hesen – Wezîrê Bazirghanî

Hesen Nazim – Wezîrê Rewşenbîrî, Geştuguzar û Şûnewar

Îvan Faîq Yekub – Wezîrê Koç û Koçberan

Mistefa Kazimî piştî bawerîdana bi hemû wezîrên kabîneyê li parlamentoyê, li hejmara xwe ya Twîtterê peyamek bi Kurdî belav kir û ragihand, “Spas bo parlamentoyê ku dûbare bawerî bi hikûmeta me da. Ev pêngavek baş e ji bo cîbicîkirina bernameya me. Em wefadar û pabend in beramber gelê Iraqê. Bi geşbînî û rastgoyî gav diavêjin bo dahatûyê ”

Ev nûçe bi tevahî 603 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:23:03