Fuad Mehsûm ji Ebadî xwest: Rast binivîsin!
Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi nivîseke fermî daxwaza sererastkirina naveroka budçeya 2018an kir.

Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm di nivîsa xwe ya ku ji Ebadî re şandiye de, nebûna navê Herêma Kurdistanê ku wek "Herêm" û "Parêzgehên Herêmê" di projeyasaya budçeya 2018an de hatiye nivîsandin, bi bîr xist.
Mehsûn got ku divê navê Herêma Kurdistanê were sererastkirin û li gor madeya 141 a destûrê, divê navê "Herêma Kurdistanê" were bikaranîn.
Fuad Mehsûm destnîşan kir, li gor "madeya 4 birgeya duyem û madeya 10 birgeyên yekem û duyem", dibe sedema veqetandina parêzgehên Herêma Kurdistanê ji her sê desthilatên wê, ji aliyê îdarî û darayî ve, ku ev jî bi awayekî aşkere binpêkirina destûrê ye.
Herwiha Serokomarê Iraqê daxwaza sererastkirina budçeya 2018an kir û bal kişand ser ku divê binpêkirinên destûrê di projeyasayê de ji holê werin rakirin.
Nûvekirina herî dawî: 13:13:01