Sefîn Dîzeyî: Ebadî ne rast dibêje

Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniya Ebadî ku roja sêşemê piştî Lijneya Wezîran di axaftina xwe ya civîna çapemenî de behsa dayîna meaşê karmendên Kurdistanê û dahatuyên petrolê kiribû derewand.

4 Çile 2018 - 02:50
4 Çile 2018 - 02:50
 0
Sefîn Dîzeyî: Ebadî ne rast dibêje

Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dîzeyî daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got: "Di vê dema ku ji bo diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê guvaşên navneteweyî û navxweyî têne kirin û hêdî hêdî ber bi encam wergirtinê diçe de daxuyaniya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bêwext bû. Ebadî ne rast dibêje."

Sefîn Dîzeyî di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Ji sala 2014an ve piştî ku rêvebiriya Bexdayê bûdceya Herêma Kurdistanê biriye heta niha Herêma Kurdistanê meaşê karmendên xwe bi dahatên navxweyî û yên petrolê daye. Ebadî şaş agahiyan dide û ev daxuyaniyên şaş xizmetê ji çareseriya pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê re nake."

Ev nûçe bi tevahî 1391 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:32:08