Gundê Arboyê navê xwe yê resen careke din wergirt 13 demjimêr berê
Li navçeya Nisêbînê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, gundê dîrokî yê Suryaniyan Arbo navê xwe yê resen careke din wergirt.

Ev pêngav ji aliyê xelkê herêmê û parêzvanên mafên çandî ve wekî gaveke girîng ji bo vejandina nasnameya pirçandî ya herêmê hat dîtin.
"Ne tenê guhertina tabelayekê ye"
Vegerandina navê dîrokî yê gund, ji aliyê gelek kesan ve ne tenê wekî guhertineke li ser tabelayê her wiha wekî pêngaveke sembolîk a ji bo vejandina bîra kolektîf a herêmê hat dîtin.
Ev gav wekî nûkirina bîr, bawerî û nasnameya gelên resen ên herêmê hat nirxandin.
Parlementera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîzê jî hestên xwe derbarê vê pêngavê wiha anî ziman:
"Gundê Arboyê navê xwe yê dîrokî careke din wergirt û ev gaveke girîng e ji bo vejîna nasnameya herêmê.
Ev ne tenê guhertina tabelayekê ye, ev nûkirina bîr, bawerî û nasnameya gelan e.”
"Têkoşîn dê bidome"
Salîha Aydenîzê her wiha da zanîn ku tevî vê pêngava erênî jî têkoşîna ji bo parastin û vejandina hemû nirxên çandî yên herêmê dê bidome û got:
“Heta li ser van axan her ziman, her nav û her bawerî careke din bikaribe bi azadî bêhneke rihet bistîne, divê xebat û hewldan berdewam bikin.”
Nûvekirina herî dawî: 11:30:21




































































































































































