Marco Rubio ji bo destpêkirina diyaloga PKK û Tirkiyeyeyê spasiya Nêçîrvan Barzanî kir

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re nameyek şand.

10 Mijdar 2025 - 10:26
10 Mijdar 2025 - 10:26
 0
Marco Rubio ji bo destpêkirina diyaloga PKK û Tirkiyeyeyê spasiya Nêçîrvan Barzanî kir

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio di wê nameya xwe de pesnê rola Nêçîrvan Barzanî da û teqezî li ser berdewamiya hekariyê kir.

Marco Rubio pesnê rola Nêçîrvan Barzanî ya di vekirina xeta boriya petrolê jî de da.

Serokê Herêma Kurdistanê ji bo ducare hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û vebûna xeta boriyê petrolê ya di navbera Îraq û Tirkiyeyê hewl da bû.

Marco Rubio her wiha hewlên Nêçîrvan Barzanî yên ji bo aştî û aramiyê jî pêşwazî kir.

Rubio di nameya xwe de spasiya hewlên Serok Nêçîrvan Barzanî yên ji bo destpêkirina diyaloga PKK û Tirkiyeyê kir.

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê amaje bi hewlên Nêçîrvan Barzanî yên ji bo parastina aramiya li Sûriyeyê jî kir.

"Hevparîtiya bi Herêma Kurdistanê re bingeha aramiyê ye"

Marco Rubio hevpariya di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê wekî bingeha aramî û bipêşketinê bi nav kir.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ji Nêçîrvan Barzanî re got ku serkirdayetî û hevpariya we ya avaker a aştî û hevkariyê bi hêz dike.

Marco Rubio teqez kir ku bihêzkirina hevkariya aborî ya di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de berjewendiyên hevbeş xurttir dike.

 

Ev nûçe bi tevahî 7 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:27:25