Dayîka Aştiyê Turkan Çelîkê koça dawî kir

- Dayîka Aştiyê Turkan Çelîkê koça dawî kir ku bi salan bû ji bo aştiyê têkoşîn dikir.

10 Mijdar 2025 - 10:28
10 Mijdar 2025 - 10:28
 0
Dayîka Aştiyê Turkan Çelîkê koça dawî kir

Dayîka Aştiyê Turkan Çelîk ji ber pirsgirêkên tenduristiyê koça dawiyê kir.

Ew 72 salî bû û li Amedê dijiya.

Cenazeyê Turkan Çelîkê li Goristana Yenîkoyê ya li navçeya Rezanê hat veşartin.

Bi hinceta propagandayê hatibû girtin

Turkan Çelîk yek ji damezirênera Koma Dayîkên Aştiyê bû.

Her wiha ew yek ji wan 24 Dayîkên Aştiyê bû ku sala 2006an li Amedê bi hinceta protestokirina şert û mercên Abdullah Ocalan hatibûn desteserkirin.

Wê demê Turkan Çelîk bi hinceta "propagandaya rêxistinê" hatibû girtin û 70 rojan di girtîgehê de mabû.

Ji bo Turkan Çelîkê li Mala Şînê ya Bahattîn Demîrcanê ya li Amedê şîn hatiye danîn.

 

Ev nûçe bi tevahî 5 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:31:45