Gundên Til Temirê bi giranî tên topbarankirin

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, bi zêdetirî ji 40 topî nahiya Zerganê û gundê Dada Ebdal yên ser bi Til Temirê ve topbaran kirin.

5 Cotmeh 2022 - 04:28
5 Cotmeh 2022 - 04:28
 0
Gundên Til Temirê bi giranî tên topbarankirin

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar bajarokê Zirganê û gundê Dada Ebdar bi giranî da ber topan û di encamê de jinek birîndar bû.

Da zanîn jî, ji ber giraniya topbaranê, hejmarek ji gundiyan malên xwe bi cih hîştin û ber bi cihê aramtir koçber bûn.

Li gorî zanyariyên xwecihî jî, hêzên ser bi Tirkiyê ve gundên Şor, Eboş û Dirdara yên li ser bi Til Temirê ve jî topbaran kirin.

Duhî jî artêşa Tirkiyê û grûpên çekdaran gundên Kobanê, Eyn Îsa û Til Temirê dan ber topan û di encamê de hejmarek kes birîndar bûbûn.

Di dema dawî de, êrîşên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê û herêmên di bin kontrola HSDê de zêde bûne. Duhî jî Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê kuştina 7 endamên HSDê di êrîşeke wan de ragihandibû.

Ev nûçe bi tevahî 785 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:58:18