HAK-PAR: Divê kujerên Doktor Lukman bên girtin û bi awayekî herî giran bên cezakirin.

2 Îlon 2024 - 07:59
2 Îlon 2024 - 07:59
 0
HAK-PAR: Divê kujerên Doktor Lukman bên girtin û bi awayekî herî giran bên cezakirin.

Welatiyê Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê Hekîm Lokman, ji ber ku bi Kurdî diaxivî rastî êrîşa komek nijadperest, dijminê Kurdan hat.

Hekîm Lukman ku ji bo seferê ji Duhokê hatibû Stenbolê û bi kêran hatibû kuştin, 45 salî bû.

Bê şik polîtîkayên dij-kurd ên ku li Tirkiyê tên meşandin, ku êrîş û heqaretên li dijî kurdan, ziman û çanda kurdî bûye rûtîn, van êrîşan teşwîq dike, axaftin û pêkanînên dij-kurd cihê sûcên nefretê diafirîne.

Polîtîkayên ku vê atmosfera jehrî dişewitînin divê di zûtirîn dem de werin terikandin.

Divê kujerên doktor Lukman bên girtin û bi awayekî herî giran bên cezakirin.01.09.2024

Buroya Çapemeniyê ya HAK-PARê

Ev nûçe bi tevahî 613 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 00:32:04