HAK-PAR û PDK-İ li Hewlêr Hevdîtin Pêk Anîn
Partîya Maf û Azadiyan- HAK-PAR û Partîya Demokrata Kurdistana Iranê (PDKI) Hevdîtin Pêk Anîn
Heyeta HAK-PAR’ê di çarçoveya têkiliyên xwe yên li Başûrê Kurdistanê de, di 13.05.2026’an de serdana Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKI) kir.
Di heyeta HAK-PAR’ê de Cîgirê Serokê Giştî û Berpirsyarê Têkiliyên Derve Cafer Sterk, Berpirsyara HAK-PAR’ê ya Başûrê Kurdistanê Şirin Temur, Endamê Desteya Serokatiyê Cihan Baykara û Salih Bal cih girtin.
Di heyeta PDKI’yê de jî Cîgirê Serokê Giştî Mistefa Mewlûdî, Berpirsyarê Têkiliyên Derve Mihemednezîf Qadirî, Berpirsyarê Hewlêrê Amanc Zîbayî û Endamê Komîteya Rêvebir Perwîz Meraxeyî amade bûn.
Di civînê de her du heyetan li ser pêşketinên siyasî yên herêmê nirxandinên hevpar kirin.
Cafer Sterk ji bo pêşmergeyên ku li Îranê hatine şehîd kirin serxweşî ragihand.
Herwiha li ser pêşketinên siyasî yên dawî li Bakurê Kurdistanê nirxandin kir û bal kişand ser girîngiya ku PDKI nebe beşek ji şerê heyî.
Heyeta PDKI’yê jî li ser pirsgirêkên heyî yên Rojhilatê Kurdistanê û pêşketinên derketine holê di pêvajoya şerê Îran–Amerîka–Îsraîl de agahdarî da. Herwiha li ser têkiliyên di nav rêxistinên Kurdî yên Îranê de nirxandin kirin.
Civîn, piştî xwarina ku ji bo rûmeta heyeta HAK-PAR’ê hat dayîn, bi dawî bû.
Nûvekirina herî dawî: 00:59:33