Hevpeymaniya Navdewletî hêzên xwe li Bakurê Sûriyeyê birêk dixe

Di çend mehên borî de, li qada Sûriyeyê û bi taybetî li navçeyên Bakur û Rojhilatê welat û biyabana Sûriyeyê, tevgerên leşkerî û ewlehiyê yên Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi serkêşiya Amerîkayê bi awayekî berçav zêde bûn.

16 Berfanbar 2025 - 10:49
16 Berfanbar 2025 - 10:49
 0
Hevpeymaniya Navdewletî hêzên xwe li Bakurê Sûriyeyê birêk dixe

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand, çalakiyên hevpeymanan bi awayekî berçav zêde bûne. Amaran nîşan didin ku di sala 2025an de, zêdetirî 100 firokeyên barhilgir ên leşkerî û lojîstîkî li ser binkeyên hevpeymanan daketine û nêzîkî 2 hezar û 500 kamiyonên alîkariyê gihîştine navçeyê. Herwiha 88 caran rahênana leşkerî ligel Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kirine.

Veguhestina hêzan ji Dêrazorê bo Hesekê

Raportê eşkere kir ku ji ber zêdebûna gefên mûşekî û dronan ên ji aliyê grûpên ser bi Îranê ve, Hevpeymaniya Navdewletî hêzên xwe ji binkeyên petrolê yên Dêrazorê ber bi Hesekê ve veguhestine.

Stratejiyeke nû ji bo biyabanê

Li gorî zanyariyan, Amerîka stratejiyeke nû ji bo biyabana Sûriyeyê girtiye ber xwe. Plan ew e ku bi rêya damezrandina binkeyên nû û kontrolkirina firokexaneyên leşkerî yên li Tedmûr û navçeyên biyabanî heta Siwêdayê, desthilata xwe berfirehtir bike.

Kuştina leşkerên Amerîkî û bersiva Trump

Ev tevger di demekê de ne ku roja 13ê Berçileyê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihandibû, di kemîneke DAIŞê de 3 welatiyên Amerîkî (2 leşker û wergêrek) hatine kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne.

Piştî bûyerê, Serokê Amerîkayê Donald Trump soz da ku toleyeke giran ji DAIŞê hilînin. Li gorî berpirsekî Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê jî, pêngaveke berfireh a ewlehiyê li biyabana Sûriyeyê bi hemahengiya hevpeymanan ji bo dîtina şaneyên DAIŞê dest pê kiriye.

 

Ev nûçe bi tevahî 93 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:29:14