Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e
Bîrmend û fîlozofê navdar ê Fransî Bernard Henri Levy ragihand, şermezariya herî mezin a cîhana azad, piştkirina li Kurdan bû piştî referandûmê. Levy tekez kir, Iraq û Sûriye du dewletên "têkçûyî" ne û heta ku Dewleta Kurdî neyê damezrandin, aramî li Rojhilata Navîn pêk nayê.

Bernard-Henri Levy doh 15ê Berçileyê beşdarî bernameya "Basî Roj" a Kurdistan24ê de bû û nirxandinên giring li ser rewşa herêmê kirin.
"Metirsiya DAIŞê hîn maye"
Levy hişyarî da ku metirsiya terorê li Rojhilata Navîn neguheriye û got: "Dibe ku xelafeta DAIŞê hatibe têkbirin, lê şaneyên wan ên veşartî û îdeolojiya wan hîn zindî ye. Divê Rojava ji vê yekê agahdar be."
Herwiha pesnê Pêşmerge da û got: "Min li cîhanê ti hêzek nedîtiye ku mîna Pêşmerge û şervanan di 10 salên borî de bi wê azayetiyê rûbirûyî terorê bûbin."
"Navendîbûn metirsî ye"
Di bersiva pirsekê de, fîlozofê Fransî "Navendîbûn" wekî metirsiyeke mezin bo Kurdan pênase kir û got: " Navendîbûn tê wateya komkirina hemû desthilatê li navendê û binpêkirina mafên Kurdan. Dewleta Iraq û Sûriyeyê du dewletên têkçûyî ne ku nekarîne mafên pêkhateyan bidin."
"Piştkirina li Kurdan şerma Rojava ye"
Levy behsa Referandûma 2017an kir û got: "Roja piştî referandûmê, roja herî reş a jiyana min bû. Dema min dît ka cîhan û Rojava çawa pişta xwe dan Kurdan, piştî ku Kurdan bi tena serê xwe şerê terorê ji bo hemû cîhanê kiribû. Ev yek şermezariyeke mezin û karesatek bû ji bo cîhana azad."
Herwiha wî helwesta xwe ya dîrokî dubare kir û got: "Baweriya min ew e ku Kurd neteweyeke rastîn in û xwedî ax û dîrok in. Ti neteweyek li cîhanê nîne ku hinde Kurdan hejayî dewletbûnê be."
Derbarê rewşa Iraqê de, Levy diyar kir ku Hewlêr û Pêşmerge bac û qurbaniyên mezin dane, lewma "Top li qada Bexdayê ye, divê Bexda mafên destûrî û darayî yên Herêmê bide." Herwiha rexne li Iraqê girt ku di bin hejmûna welatên din de tevdigere.
Peyama ji bo Rojavayê Kurdistanê
Ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê jî, Levy hişyarî da û got: "Rejîma Esed neguheriye û xwedî heman aqilê berê, niha jî heye. Divê Kurdên Rojava ji daxwazên xwe yên nenavendîbûn û xwerêvebirinê danegerin û nekevin bin desthilata navendê."
Nûvekirina herî dawî: 15:12:59







































































































































































