Şandên PDK û YNKê li ser pêkanîna hikûmetê dicivin
Şandên danûstandinkar ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo gotûbêjkirina pêkanîna kabîneya nû dicivin. Ev yekem civîna fermî ya her du aliyan e piştî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê.
Biryar e îro 16ê Berçileya 2025an, demjimêr 11:00ê, li Polîtburoya ya PDKê li Hewlêrê civîna şandan PDK û YNKê dest pê bike.
Şanda PDKê Bi serokatiya endamê Desteya Kargêrî ya Polîtburoyê Hoşyar Zêbarî ye û Şanda YNKê jî bi serokatiya Qubad Talebanî ye.
Mijara sereke: Kabîneya Dehem
Mijara sereke ya civînê berdewamkirina gotûbêjên li ser pêkanîna Kabîneya Dehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Li gorî zanyariyan jî, heta niha her du alî li ser piraniya babetan li hev kirine û tenê mijara dabeşkirina postan maye.
Ev civîn piştî wê yekê tê ku hefteya borî Qubad Talebanî ragihandibû ku du şand dê di vê hefteyê de her bicivin.
Di hilbijartinên dawî yên Parlamentoya Kurdistanê de, PDKê 39 kursî û YNKê 23 kursî bi dest xistibûn.
Nûvekirina herî dawî: 15:19:42