Hevpeymanîya Nêvdewletî karwaneka dî ya serbazî dişîne Rojavayê Kurdistanê

Hevpeymanîya Nêvdewletî karwaneka dî ya serbazî dişîne Rojava ya Kurdistanê.

26 Çile 2020 - 06:11
26 Çile 2020 - 06:11
 0
Hevpeymanîya Nêvdewletî karwaneka dî ya serbazî dişîne Rojavayê Kurdistanê

Riwangeha Sûriyê ya Mafên Mirov ragehand, Hevpeymanîya Nêvdewletî karwaneka dî ya serbazî ku ji 100 barhelgiran pêkhatibû û keristeyên locistî û serbazî li xwe digirt, şande deverên jêr desthelata hêzên Sûriya Demokrat (HSD) li Rojava ya Kurdistanê.

Amaje bi wê yekê jî kir, ku ew karwan li parêzgeha Heseke û Dêrezorê dihên cêgîrkirin.

Ev jî pişt wê yekê dihêt, ku her di evê mehê de, Hevpeymanîya Nêvdewletî karwaneka dî ya serbazî ku ji 75 berhelgiran pêkhatibûn şandibû rojavaya Kurdistanê.

Ev nûçe bi tevahî 1299 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:52:25