Mesrûr Barzanî: Pêşmerge nasnameya gelê Kurdistanê ye

Evro Yekşembîyê, 26/1/2020 Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê bi amadebûna Qubad Talebanî, cêgirê serokê hikumetê, serperiştî ya civîneka taybet bi çaksazîya wezareta Pêşmerge kir.

26 Çile 2020 - 09:38
26 Çile 2020 - 09:38
 0
Mesrûr Barzanî: Pêşmerge nasnameya gelê Kurdistanê ye

Di civînê de, ku wezîrê Pêşmerge, navxwe û darayî û abûrîyê made bûn, tekez hat kirin li ser berdewambûûnê li ser piroseya çaksazîyên wezareta Pêşmerge di çarçove ya hêlên giştî yên kabîne ya nehema hikumeta Herêma Kurdistanê û yasa ya çaksazîyê di xanenişîn, mûçe, dermale, bexşînê û îmtîyazatên din de li Herêma Kurdistanê.

Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê da, ku Pêşmerge nasname ya gelê Kurdistanê ye û qurbanîdanê wan cihê şanazîya xelkê Kurdistanê û styîşa civaka nêvdewletî ye. Lew her çi di şîyana me de hebe bo xizmetkirina Pêşmerge yên hejî û rast dê bikîn. Bo pêşxistina hêza Pêşmerge pêwîste li ser binemayeka zanistî û hevdem pêkhateyên Pêşmege careka dî bihên rêkxistin.

Ev nûçe bi tevahî 1014 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:19:55