Hewlêr: Bi 3 dronan êrişî Kampa Cêjnîkanê hat kirin
Kampa Cêjnîkanê ya li parêzgeha Hewlêrê bi dronan hat bombebarankirin.

Birêvebirekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) ragihand ku di êrişê de "ti ziyanên canî çênebûne."
Birêvebirekî pilebilind ê PDKÎyê li ser êrişê ji ajansa Rûdawê re axivî û anî ziman ku êriş bi 3 dronan li Kampa Cêjnîkanê hat kirin û yek ji wan dronan di nav malan de ket.
Li gel agirbestê û aloziyên di navbera Amerîka û Îranê de, êrişên bi dron û mûşekan ên li dijî partiyên Rojhilatê Kurdistanê zêde bûne.
Di nava vê mehê de li Koyeyê û navçeyên din ên parêzgeha Hewlêrê çend êrişên bi vî rengî hatin kirin.
Her wiha beriya niha êrişî Kampa Sûrdaşê ya li parêzgeha Silêmaniyê jî hatibû kirin.
13ê vê mehê jî Kampa Cêjnîkanê bi 2 dronan hatibû armancgirtin.
Nûvekirina herî dawî: 01:09:14




































































































































































