Hewlêr: Bi dronan êrişî Kampa Azadiyê kirin

Çavkaniyekî ji Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) ji ajansa Rûdawê re ragihand ku şeva bori 22:40î bi 5 dronan êrişî Kampa Azadiyê ya li navçeya Koyeyê ya Hewlêrê hatiye kirin.

1 Gulan 2026 - 10:08
1 Gulan 2026 - 10:08
 0
Hewlêr: Bi dronan êrişî Kampa Azadiyê kirin

Endamê Desteya Birêvebir û Berpirsê Navenda Pêşmergeyan a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) Kawa Behramî ji ajansa Rûdawê re ragihand:

"Yek ji dronan ji aliyê balafira hevpeymanên navneteweyî ve hat teqandin.

Çar dronên din jî li derdora kampê teqiyan lê zerera canî çênebû."

Êrişên li kampên din

27ê Nîsanê jî bi 2 dronan êrişî Kampa Azadiyê hatibû kirin ku kampa jin û zarokên Pêşmergeyên PDKÎyê ye.

Di heman rojê de Kampa Sûrdaşê jî bi 2 dronan hatibû bombebarankirin.

Kampa Sûrdaşê kampa hevbeş a malbatên Pêşmergeyên Komelaya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê û Komelaya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê ye.

Ji 28ê Sibatê ve bi nêzîkî 735 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

30 ji van dron û mûşekan piştî agirbestê hatine avêtin.

 

Ev nûçe bi tevahî 26 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:14:32