Heyeta Îmraliyê li ser hevdîtina bi Erdogan re daxuyanî da
Heyeta Îmraliyê li ser hevdîtina bi Erdogan re got, “Em li ser avêtina gavên ku dê pêvajoyê leztir û saxlemtir bimeşînin, xwedî têgihiştineke hevbeş û hevnêrîn in."

Endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar bi Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re civiyan.
Civîna ku li Koşka Serokkomariyê hat kirin, saetekê ajot.
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin jî beşdarî civînê bûn.
Heyeta Îmraliyê piştî civînê daxuyaniyek belav kir û tê de wiha got:
"Me îro li Beştepeyê (Koşka Serokkomariyê) bi Serokkomar Birêz Erdogan û şandeya wî re hevdîtineke ku nêzîkî saetekê ajot, pêk anî.
Di hevdîtinê de, me li ser qonaxa ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gihiştiye û tiştên ku divê ji niha û pê de bên kirin, nirxandinên berfireh kirin.
Em dixwazin bi kêfxweşî diyar bikin ku em li ser avêtina gavên ku dê pêvajoyê leztir û saxlemtir bimeşînin, xwedî têgihiştineke hevbeş û hevnêrîn in."
Nûvekirina herî dawî: 00:07:41





































































































































































