Nêçîrvan Barzanî bangî nifşê nû kir: ‘Ji Kurdistanê hez bikin’
Nêçîrvan Barzanî di gotareke xwe de pîrozbahî li xwendekaran kir û ew wekî "hêzeke bihêz û girîng ji bo xizmet û bipêşxistina Kurdistanê" bi nav kir.
 
                                Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî ahenga derçûnê ya xwendekarên Zanîngeha Kurdistan Hewlêrê bû.
Di ahenga derçûnê ya sala 2025an de 526 xwendekar ji çar fakulteyên cuda yên zanîngehê bawernameyên xwe wergirtin.
Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de amaje bi felsefeya damezirandina zanîngehê kir û got:
"Armanc damezirandina ya herî baş bû, ne ya herî mezin."
Serokê Herêma Kurdistanê tekezî li ser girîngiya perwerdeyê kir û anî ziman:
"Min her tim bawer kiriye ku avakirina mirovan, mezintirîn avakirin e.
Divê sîstemeke perwerdeyê hebe ku armanca wê fêrbûn be, ne tenê wergirtina bawernameyê."
Nêçîrvan Barzanî bangî derçûyan û hemû ciwanên Kurdistanê kir ku bibin "nifşê dîjîtal ê Kurdistanê, nifşê zanîn û aştiyê" û da zanîn:
"Herin di karên xwe de serkêş bin. Ji Kurdistana xwe hez bikin, welatê we ye.
Bi hêvî li dahatûya welatê xwe binêrin."
Nûvekirina herî dawî: 00:19:36
 
		 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
                                                                                                                                                     
                                                                                                                                                     
                                                                                                                                                     
                                                                                                                                                     
                                                                                                                                                     
                                                                                                                                                     
                                            