Heyeta PWKyê Seredana GUNSÎAD, Baroya Amedê, DTSO, DÎSAyê Kir

27 Tebax 2026 - 16:02
27 Tebax 2026 - 16:02
 0
Heyeta PWKyê Seredana GUNSÎAD, Baroya Amedê, DTSO, DÎSAyê Kir

Heyeteke Parrtîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) li Amedê, roja 25.08.2026ê seredana Komeleya Pîşesaz û Karsazên Beşûrê Rojhilat (GUNSÎAD) roja 26.08.2026ê seredana Baroya Dîyarbekirê, Odaya Bazirganî û Pêşesaziyê ya Diyarbekirê (DTSO) û Enstîtuya Lêkolînên Siyasî û Civakî ya Diyarbekirê (DÎSA) kir.

Heyeta PWKyê ji Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk, Cîhgirên Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay, Vahît Aba, Rifat Sefali û endamên Komîteya Birevebir a Navendî ya PWKyê Mehmet Alî Yilmaz, Yûsûf Aydin pêk hatibû.

Serokê Komeleya Pîşesaz û Karsazên Başûrê Rojhilat(GUNSÎAD) Şahîsmaîl Bedîrhanoglu pêşwazîya heyeta PWKyê kir.

Serokê Baroya Dîyarbekirê Abdulkadîr Guleç û rêvebirên baroyê pêşewazîya heyeta PWKyê kiri.

Serokê Odaya Bazirganî û Pêşesaziyê ya Diyarbekirê (DTSO) Mehmet Kaya û rêvebirên DTSOyê pêşewazîya heyeta PWKyê kirin.

Serokê Enstîtuya Lêkolînên Siyasî û Civakî ya Diyarbekirê (DÎSA) Doç. Dr. Vahap Coşkun pêşewazîya heyeta PWKyê kir.

Di van serdanan de heyeta PWKyê dawetîyeya 2yemîn Kongreya Giştî ya PWKyê pêşkêşî dezgehên peywendîdar kir.

Her weha li ser rewşa heyî ya li Kurdistanê û Tirkîyeyê bîr û rayên xwe bi hev re parve kirin.

Hevdîtinên heyeta PWKyê yên bi GUNSÎAD, Baroya Dîyarbekir, DTSO û DÎSAyê di atmosfereke dostane de derbas bû.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

Ev nûçe bi tevahî 28 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:08:27