Li Rihayê du otobusan li bin guhê hev xist, 13 kes birîndar bûn
Li navçeya Siwêregê ya Rihayê ya Bakurê Kurdistanê du otobusên rêwiyan li hev qelibîn û 13 kes birîndar bûn.

Rêya di navbera Riha û Siwêregê de yek ji xetên sereke û qerebalix ên herêmê ye.
Careke din qezayeke mezin a trafîkê li ser vê rêyê çêbû.
Tîmên rizgarkirinê çûn cihê qezayê
Otobusa ku Fethî P. diajot û otobusa ku Ugurcan E. diajot li hev qelibîn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, polîs û tîmên rizgarkirinê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê her 13 rêwiyên birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.
Nûvekirina herî dawî: 11:17:36











































































































































































