Heyeteke PDK-Syê Li Hewlêrê Seredana PAKê Kir

Heyeteke PDK-Syê(Partîya Demokrat a Kurdistanê-Sûrîye) ku ji Serokê PDK-Syê Birêz Siûd Mela û endamê Polît Buroya PDK-Syê Birêz Kamûran Haco pêk hatî , roja 21.02.2022ê li Hewlêrê seredana PAKê kir.

22 Sibat 2022 - 07:11
22 Sibat 2022 - 07:11
 0
Heyeteke PDK-Syê  Li Hewlêrê  Seredana  PAKê  Kir

Serokê Giştî yê PAKê Birêz Mustafa Özçelîk û Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê , Berpirsyarê Başûrê Kurdistanê yê PAKê Birêz Orhan Kaya pêşewazîya heyeta PDK-Syê kirin.

Serokê Giştî yê PAKê Birêz Mustafa Özçelîk, bixêrhatina heyeta PDK-Syê kir û ji bo vê seredanê spasîya xwe pêşkêş kir.

Heyeta PDK-Syê ji bo vê pêşewazîyê spasîya heyeta PAKê kir.

Di seredana heyeta PDK-Syê(Partîya Demokrat a Kurdistanê-Sûrîye) ya ji bo PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê) de, herdu alîyan di derbarê rewşa her çar perçeyên Kurdistanê û bi taybetî rewşa Rojava û Bakurê Kurdistanê , herêmê û cîhanê de agahdarî dan hev, bîr û rayên xwe anîn ziman. Herweha ji bo hîna zêdetir pêşdebirina peywendîyên herdu partîyan, heyetên PDK-Syê û PAKê daxwaz û hêvîyên xwe pêşkêş kirin.

Hevdîtina heyeta PDK-Syê û PAKê di atmosfereke erênî , dostane û germ de derbas bû. Herdu alîyan girîngîya berdewamîya van peywendîyan anîn ziman.

Ev nûçe bi tevahî 598 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:24:35