Parlementerekî YNKê: PKKê sînorên xwe derbas kiriye

Parlementerekî YNKê li hember çalakiyên PKKê li devera Silêmaniyê dibêje, PKKê sînorên xwe derbas kiriye.

22 Sibat 2022 - 05:21
22 Sibat 2022 - 05:21
 0
Parlementerekî YNKê: PKKê sînorên xwe derbas kiriye

Parlementerê YNKê li parlementoya Kurdistanê, Osman Sêderî li ser çalakiyên PKKê li devera Silêmaniyê ji BasNewsê re got, PKK rewşa YNKê li ber çavan nagire ji ber wê jî fişarek mezin li ser YNKê heye, hem ji aliyê Bexdayê ve hem jî ji aliyê welatên cîaran ve.

Osman Sêderî her wiha got, PKKê sînorên xwe derbas kiriye û me pir tengav dike. Nayê qebûlkirin PKK her roj li nav bajarê Silêmaniyê çalakiyan bike û xwe nîşan bide.

Wî parlementerê YNKê anî ziman jî, ji ber PKKê YNK gelekî tengav bûye û rewşa pir kirîtîk bûye.

Ev nûçe bi tevahî 702 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:54:37