Holanda: ‘Me xwest ji bo Efrînê Tirkiyê şermezar bikin, lê ji YE û NATOyê piştgirî nehat’

Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte di civîna Serokên Yekîtiya Ewropayê (YE) ya li Parlamentoya Holandayê de, got ku wan xwestiye derbarê êrîşên ser Efrînê de şermezariyê bidin Tirkiyeyê, lê YE û NATOyê piştgirî nedaye.

21 Adar 2018 - 03:25
21 Adar 2018 - 03:25
 0
Holanda: ‘Me xwest ji bo Efrînê Tirkiyê şermezar bikin, lê ji YE û NATOyê piştgirî nehat’

Rutte operasyona ser Efrînê wekî hewleke ziyan daye têkoşîna DAIŞê binav kir û wiha axivî: "Piraniya endamên YEyê û hevpeymanên me ji ziyan gihandina têkoşîna dijî DAIŞê û rewşa mirovî bi fikar in. Em bang dikin ku li gor biryara agirbesta hatiye ragihandin tevbigerin û rêzê li prensîbên şer bigirin."

Serokwezîrê Holandayê herwiha diyar kir ku ew difikire Tirkiye pabendî peymana penaberan a sala 2016an hatiye girêdan, tevgeriyaye.

Ev nûçe bi tevahî 1602 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:32:47