HPGyê bîlançoya şer a nîsanê eşkere kir

Hêzên Parastina Gel (HPG) bîlançoya şer a meha nîsanê eşkere kir.

4 Gulan 2024 - 13:19
4 Gulan 2024 - 13:19
 0
HPGyê bîlançoya şer a nîsanê eşkere kir

HPGyê ragihand ku gerîlayan nîsanê 29 çalakî li dar xistine û 12 leşkerên Tirkiyeyê hatine kuştin, 3 leşker jî hatine birîndarkirin.

Li gorî daxuyaniyê gerîlayan derb li helîkoptereke Skorsky jî xistiye û dest daniye ser gelek amûrên leşkerî.

Li gorî daxuyaniyê, Tirkiyeyê nîsanê “279 caran bi balafirên şer, 30 carî bi helîkopterên êrişê, 11 caran bi teqemeniyên qedexekirî, 9 caran bi dronên bombebarkirî û carekî jî bi çekên kîmyewî” êrişî gerîlayan kiriye.

Li hêla din, Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê heta niha li ser şerê meha nîsanê ti amar belav nekirine.(Rudaw)

 

Ev nûçe bi tevahî 1271 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:27:33