HSD û Hevpeymanan manoreke hevpar a leşkerî kir

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hêzên Hevpeymanan li bingeheke leşkerî ya bajarkê Til Temirê yê Rojavayê Kurdistanê manoreke leşkerî ya hevpar kir.

27 Tebax 2025 - 10:12
27 Tebax 2025 - 10:12
 0
HSD û Hevpeymanan manoreke hevpar a leşkerî kir

Ajansên nûçeyan eşkere kir ku, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hêzên Hevpeymanan li bingeha leşkerî ya Qesrekê li bajarkê Til Temirê bakurê bajarê Hesekeyê li Rojavayê Kurdistanê û derdora wê manoreke leşkerî ya hevpar kir û balafirên şer gelek nizim li hindav deverê firîn.

Xelkê deverê amaje da ku ji bilî nizimiya balafiran, wan gelek dengê teqîn û çekan jî bihîstiye. Ji ber vê yekê jî, wan zaniye ku manoreke leşkerî tê kirin.

Çavkaniyên nûçeyan jî dibêjin, “Hêzên operasyona erkê girêdayî (îradeya xurt) li sibeha îro (Sêşem, 26ê Tebaxa 2025ê) li ser malpera xwe ya fermî parve kiriye ku, operasyona hevpar a şeva borî ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hêzên Hevpeymanan de ji bo pêşxistina şiyanên leşkerî yên herdu aliyan e.”

Di wê peyamê de herwesa hatiye gotin ku, ew operasyona hevpar bizavek bû ji bo zêdekirina şiyanan pêxemetî şkandina DAIŞê û herwesa parastina ewlehî û tenahiya deverê.

 

Ev nûçe bi tevahî 37 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:17:58